PeyamaKurd - Namzedekî ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê li ser lîsteya Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedr li bajarê Bexdayê kursiyeke Parlementoya Iraqê bi dest xist.
Berpirsê liqa 5 a Partiya Demokata Kurdistanê (PDK) a li Bexdayê Şiwan Mihemed Teha ragihand ku namzedê partiya wan ê bi navê Azad Hemîd li bajarê Bexdayê bi lîsteya Saîrûn beşdarî hilbijartinan bû û kursiyeke parlementoyê bi dest xist û got: “Hevpeymaniya Saîrûn ji 7 partiyan pêk tê, namzedê me yê di wê hevpeymaniyê de bi ser ket û bû parlementer.”
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi lîsteya xwe 25 kursî bi dest xistin. Herwiha PDK ji pênc kursiyên kota yên mesîhiyan, du kursî bi dest xistin, ango hemû endamên PDKê yên li Parlementoya Iraqê, tevî endamê wê yê li Bexdayê, bûye 28 endam.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin