Nazarbayev hukumetê betal kir

Nazarbayev hukumetê betal kir

PeyamaKurd- Serokê dewleta Kazakistanê Nusr Sultan Nazabayev bi sedema ku halê aboriyê yê welat nebaş dimeşînin, daxwaza îstîfa hukumetê kir û hukumeta di bin serokwezîrtiya Bakıtcan Sagintayev îstîfa xwe da. Nazarbayev got ku ev biryar gelek başe û bi salaye ku halê aborî û civakî ya welat baş bû lê niha gelek kêm bûye.

Nazarbayev got ku gelek qanûn hatine derxistin û hukumetê gelek biryarên bo aboriyê sitendiye lê di warê aboriyê de pêşdeçûnên baş çênebûne. Hukumet nikaribû bo karsazan teşwîqan çêbike, li gunda nikaribûn ciyê kar bidin avakirin, gargehên biçûk û orte nehatin piştekkirin. Nazarbayev ragihand ku zêdekirina aqara xelkê, bilindkirina asta jiyanê karê waliyan yê ewiliye û di van mijaran de ferman daye waliyan da ji xelkê re bibin alîkar û weha dewam kir:

“Me du sal berê reform kir. Me desthilatiyê da hukumet û waliyan bo pirsgirêkên civakî û aboriyê çareser bikin. Bernameyên sanayî, civakî, pêşdebirina binkeyên welat, tenduristî û perwerde di nav de hemû hatin qebûlkirin. Bo bicîhanîna wan projeyan pere hat dayîn. Lê bi awayeka sîstematîk xebat nehat kirin. Hatina xelkê ya rast zêde nabe. Bo xwarinê bareke giran dikeve ser berîka xelkê û mesrefên wan zêde dibin.”

Nazarbayev got endamên hukumetê, wezîr û parêzger li derdê millete guhdarî nakin û nikarin vêya îzah bikin. Di vî halî de Nazarbayev weka serokê dewletê û garantorê makezagonê, bo mafên xelkê ragihand ku divê hukumet îstîfa bike.

Nazarbayev, Askar Mamî ku cîgirê serokwezîre bo demkî kir serokwezîr da dewlet bê hukumet nemîne û heya hukumeta nû bê avakirin dê wezîfa xwe bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin