"Bi ser neketin, li pey dek û dolaban in"

"Bi ser neketin, li pey dek û dolaban in"

PeyamaKurd - Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşed Salihî îdîa kir ji bo îdiayên di hilbijartina giştî de hîle hatiye kirin, her ku diçe bertekên Tirkmenan li sikakê zêdetir bûn.

Salihî daxuyanî da û got li Kerkûk û cihên ku herî zêde Tirkmen lê dijîn dengên Tirkmenan li ser Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK)  hatine nivîsandin, ev jî bi destê karmendên YNKyî yên komîseriya hilbijartinê hatiye kirin û wiha dewam kir: "Hejmara Tirkmenên ku dertên sikakê û dewa heqê xwe dikin her ku diçe zêde dibe."

Salihî diyar kir "Şaîbeya ku YNKê pêşengiya wê kiriye, pir bi profesyonelî hatiye kirin" û ji Silêmaniyê midaxaleyî cîhazan kirine.

Serokê Eniya Tirkmenan Salihî wiha got: "Miletê Tirkmen heqê xwe dixwaze û ji bo vê jî derketiye sikakan. Li Kerkûkê tansiyon radibe. Em ê li Bexdayê derdê gelê xwe yê derketiye sikakê ji rayedarên dewletê ra parve bikin."

Digel ku Kerkûk ji aliyê di destê Tirkmenan de ye jî biserketina Kurdan bi hîleyan ve girêdidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin