Çavkaniya HSDê: ‘Hewlên danîna pêwendîya HSD û HTSê bi ser neketin’

Çavkaniya HSDê: ‘Hewlên danîna pêwendîya HSD û HTSê bi ser neketin’

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina jêderekî ji nav Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), hewldanên vekirina kenaleke pêwendiyan di navbera HSD û Desteya Tehrîr El-Şam (HTŞ) a bi fermandariya Ehmed El-Şer´a negihîştin encamê û bi ser neketin.

Çavkaniya ku navê wê nehatiye eşkerekirin ji medyaya Rojava re ragihandiye, HSDê heta niha tu hevdîtinên rasterast bi hikûmeta veguhêz a li Şamê re pêk neanîne.

Hêjayî gotinê ye, Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî ji Reutersê re gotibû, eger ew bi Turkiyê re li ser agirbestekê li hev bikin, ew ê hemû çekdarên ne Sûrî ji nava xwe derxin û wan bişînin.

Ebdî daye zanîn, niha qonaxeke siyasî ya nû li Sûriyê dest pê kiriye û divê xelkê Sûrî bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Herwiha Ebdî ji bo rawestandina êrîşên ser Kobaniyê jî pêşniyar kiribû, bi navbeynkariya Amerîkayê bajar were bêçekkirin û tenê hêzên asayîşê tê de bicih bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin