Di tîma Arsenalê de heyama Emeryê

Di tîma Arsenalê de heyama Emeryê

PeyamaKurd - Tîma Îngiltereyê Arsenalê ji bo dîrektoriya teknîkî bi Unaî Emery ra peyman îmze kir.

Arsene Wengerê Fransî yê ku 22 salan tîm da xebatê di dawiya sezonê de dev ji wezîfeya xwe berda. Rêvebiriya klubê ji bo dîrektorekî teknîkê yê nû biryar da ku bi Unaî Emery (46) re bixebite.

Bi Emeryê Îspanyol re peymaneke sê salan hat îmzekirin.

Çapemeniya Îngiltereyê nivîsand ku Emery wê salê 5 milyon sterlîn qezenc bike.

Bi saya Emery tîma Sevîllayê sê salan li ser hevdu Lîga Ewropayê ya UEFAyê qezenc kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin