PeyamaKurd- Clarke Cooper ku ji karên siyasî û leşkerî yên wezareta karên derve ya Amerîkayê berpirse ragihand ku dibe Amerîka dorpêçan bi sedema kirîna sîstema S-400an ji Rûsyayê, deyne ser Tirkiyê û her diçe, bo çareserkirina Tirkiyê ya vê mijarê wext kêm dibe.
Clarke ragihandina xwe bo rojnamevanan kir û got bi sedema S-400an Amerîka bo Tirkiyê wext nedaniye û bo çareserkirina mijarê her diçe wext teng dibe. Dibe ku Amerîka di çarçoveya CAATSA yê de dorpêçan deyne ser Tirkiyê.
Çavkaniyeka dinê jî bo The Nationalê axifiye û gotiye eger S-400 di meha nîsanê de dest bi xebata sîstema xwe bike, dibe ku dorpêç heya havînê destpêbikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin