Guterres: Dewletên mezin reforman redkirin

Guterres: Dewletên mezin reforman redkirin

PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî Antonio Guterres ragihand ku bo têkoşîna li hemberê newekheviya navdewletî, pêwistbû nîzama navdewletî bihatina nûhkirin û weha dewam kir:

“ 70 sal zêde ye dewletên mezin yên ku xwedî sozin, di dezgeyên navdewletî de mêjiyên xwe li ser guhertina mîzana hêzan newestandin û bo reforman tiştên divên bên kirin red kirin serê xwe li serê biwestînin.”

Antonio Guterres, bi sedema pîrozbahiya bûyîna roja Nelson Mandela, li New Yorkê axifî û bang kir ku bi newekheviya navdewletî re têbikoşin.

Sekreter rexnê li dewletên mezin kir û got ku ew nikarin li ser dîtina çareseriya şerên dinyayê bibin hemfikir û mînak, dengdana Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî nîşan da.

Amerîka, Rûsya, Çîn, Îngîltere û Fransa endamên daîmîne û xwediyên degnên redkirinê ne. Mînak li ser Sûriyê di derveyê wan de kes nikare biryarê bide.

Guterres di encamê de weha got:

“Newekhevî ji jorê destpêdike. Di dezgeyên navdewletî de. Têkoşîna bi newekheviyê re, bi reforman destpêdike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin