Li Kobanî navendeke pêswazîkirina nexwesên Covid-19 hat vekirin

Li Kobanî navendeke pêswazîkirina nexwesên Covid-19 hat vekirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya şaxê herêma Firatê ku girêdayî Rêveberiya Xweser e, di çarçoveya têkoşîna li dijî belavbûna koronavîrusê (Covid-19) vekirina navendeke pêşwaziya rewşên biguman bi dawî kir. Navend li başûrê bajarê Kobanê li ser girê Miştenûrê hatiye vekirin.

Hat zanîn ku 8 ambulansên nû û xeteke telefonê ji bo rewşên awarte ji bo wê navendê hatiye diyarkirin.

Li gorî nûçeya ANHAyê Berpirsê navendê Mihmed El-Kurdî diyar kiriye ku kadroyên tenduristiyê ji kar û xebatê re amade ne lê pêkanîna biryarên Rêveberiya Xweser tekane rêya parastin û pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê ye.

Rêveriya Xweser îro li herêma Firatê biryara bi temamî qedexeya derketina derve ragihandibû ku rojane ji saet 16:00an heta saet 06:00an ji çûnûhatina derve re qedexe be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin