Îtalya: Wê bo pêsmerge alîkarî dewam bike

Îtalya: Wê bo pêsmerge alîkarî dewam bike

PeyamaKurd- Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi wezîrê bergiriyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini re li baregeha xwe ya Hewlêrê hevdîtin kir. Li gor ragihandina malpera fermî ya hukumeta herêma Kurdistanê; Guerini û Barzanî li ser mijarên hevkariya leşkerî û têkoşîna li dijî DEAŞ ê axifîn. Guerini, di dema hevdîtinê de ragihand ku teror bo Iraqê tehdîde û weha dewam kir:

“Îtalya weka hevkarekî girîng yê hêzên koalisyona navdewletî, wê alîkariya xwe bo hêzên Pêşmerge dewam bike.”

Barzanî jî sipasiya xwe bo Îtalyayê, bi sedema alîkariya wan ya bo Pêşmerge kir û hêviya pêşdebirina têkiliyên duqolî kir.

Guerini, li Bexdayê seredana wezîrê bergiriyê yê Iraqê Necah eş-Şammarî kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin