PeyamaKurd - Parlemntoya Ewropyê îro 15ê Îlonê li ser mijara aloziya li Rojhilatê Derya Spî û pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê yên bi Tirkiyê re civînek lidar xist.
Berpirsê Bilind ê Pêwendiyên Derve û Ewlehiyê yê YE Josep Borell di civînê de got: “Têkilîyên me yên bi Tirkiyê re, di qonaxeke hesas re derbas dibin. Rewşa têkliyan jî wê danûstandinên navbera aliyan de diyar bike.”
Borell diyar kir ku Tirkiye qanûnên navdewletî yên bingehîn binpê dike û lêgerîna li gazê ku li Derya Spî daye despêkirin jî bûye sedema xerabûna têkiliyan.
Borell bal kişand ser ku hin welat dixwazin împaroyan zindî bikin ku yek ji wan Tirkiye ye û ew jî li gorî wê pêwendiyê bi wan re dikin.
Borell destnîşan kir, aloziya li herêmê wê bi rêya şerekî navbera Yûnanistan û Tirkiyê çareser nebe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin