PeyamaKurd – Çavkaniyên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku li gundê Gurzelê yê navçeya Şerewayê hejmarek welatiyên Kurd revandin ku hejmara wan diyar nebûye.
Malpera çalakvanên Efrînê ragihand ku bûyera revandinê berî du rojan çêbûye û komeke çekdar a girêdayî Tirkiyê li gundê Gurzelê yê navçeya Şerewayê hejmarek welatiyên Kurd revandine û kesên hatine destgîrkirin li ser rêbendeke kontrolê ya gundê Turindê hatine girtin.
Hat diyarkirin ku ji wan tenê nasnameyên 2 kesan hatine naskirin û ew jî Mistefa Îbiş Eswed û Ehmed Nûrî Ebdo ne.
Herwiha hat diyarkirin ku çekdaran dest danîne ser wesayîta welatiyê hatiye revandin ê bi navê Ehmed Nûrî Ebdo jî.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji Adara 2018an ve ango ji dema Efrîn hatiye dagirkirin ve bi sedan bûyerên kuştin, revandin, dizî, talan û îşkenceyê hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve pêk tên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin