PeyamaKurd - Îro 7ê Berfanbarê Roja Alaya Kurdistanê (Ala Rengîn) ye û bi boneya vê yekê di vê rojê de li seranserê Kurdistanê bi bername û çalakiyên cur bi cur Roja Ala Rengîn tê pîrozkirin û bi bilind nirxandin li ba tevahiya gelê Kurdistanê.
Al, remz û sembola neteweyan e. Sembola Kurdistanê, ku wekî ‘Ala rengîn’ tê bi navkirin, xwediyê dîrokeke dûr û dirêj e. Alaya Kurdistanê, ji rengên kesk û sor û zer û spî pêk hatiye. Di navê de rojeke ser heye heye. Ew reng û remzên di Alaya Kurdistanê de henin, di hemu serhildan û buyerên netewî yên gelê Kurd de hatine bikaranîn. Dema tevgera Şêx Seîd de, di dema Şêx Mehmud û di dema İhsan Nurî Paşa de bi hinek cudahîyên piçûk hatiye bikaranîn.
Ji sala 1946an de, dema damezrandina dewleta serbixwe ya bi navê Komara Kurdistana Mehebad de Ala rengin a ku heya îro wek Alaya Kurdistanê tê qebulkirin.
Ev roja netewî, cara yekem di sala 1999an de bi biryar û yasayeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî ‘Roja Alaya Kurdistanê’ hatiye destnîşankirin û li her sal li her derê welat bi awayekî fermî û û li dervayî welat bi kêfxweşî û serbilindî tê pîroz kirin.
Hin Çalakiyên Pîrozbahiyê wiha ne:
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin