PeyamaKurd - Li îstasyona trênê ya li paytextê Misrê Qahîreyê, şewat derket. Di şewatê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest da û 50 kes jî birîndar bûn
Li paytexta Misirê Qahîreyê li Îstasyona trênê şewat derket. Di şewatê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest da û 50 kes jî birîndar bûn. Li gorî medyaya herêmê ya Misrê piştî şewatê gelek maşîneyên agirkujê û ambulans çûn cihê şewatê. Hat diyar kirin ku li îstasyonê 2 trên li hev qelibîne û piştî qezayê şewat derketiye. Lê bi awayekî fermî sedema şewatê nehat diyarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin