PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di raporta xwe ya salane de daye zanîn, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) zarokan dike çekdar û bi zorê wan tevî refên xwe dike û wan dişîne deverên şer.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destnîşan kiriye, PKKê li Şengalê bi sedan zarok kirine çekdar û bûne endamên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), ku komeke ser bi PKKê ve ye û wan zarokan ji bo şer dişînin Tirkiye û çiyayê Qendîlê.
Di beşeke din a raportê de hatiye eşkerekirin: “YPG ku komeke ser bi PKK ve ye, çekdarkirina kur û keçan didomîne, ku temenê hinek ji wan tenê 12 salî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin