PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî tîma U-22 ya Juventus a Îtalî ji ber vîrûsa koronayê xistin qerentîneyê, niha jî lîstikvanên tîma Ajaxê bi gumana korona vîrûsê ketin qerentîneyê.
Berdevkê tîma Ajaxê Miel Brinkhuis, ragihand ku 3 kesên ji tîma teknîkî bi gumana vîrûsa koronayê wekî tedbîr şandine malên wan û ji wan hatiye xwestin heta 13ê Adarê ji malên xwe dernekevin.
Hat diyarkirin ku dê di maweya qerentîneyê de pişkînînên pizîşkî li ser wan bên kirin û heta encamên pişkînînan wê li malên xwe bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin