Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîka McMaster di Konferansa Munîchê ya Asayîşa Nevdewletî de civîneka çapemeniyê lidarxist û bersiva rojnamevanan da.
McMaster ragihand ku ew bi pêşbirkane bi hevkarên xwe re dixebitin lê bi awayeka erênî. Her weha behsa girîngiya demokrasiye kir. Di mijara Rojhilata Navîn de jî McMaster ragihand ku di mijara nukleerî de Rûsya û Çîn alîklarîyeka baş nadin wan da tehdîda ser dinyayê ya nukleerî rakin.
McMaster got ku Sûriye hêjî li ser xelkê sîvîl çeken kîmyewî bikartîne û dewam dike. Îran jî di rojhilata navîn de roleka gelek xerab dileyîze. Îran bi rêya Sûriyê, Hîzbullaha Lubnanê û Yemenê aramiya herêmê têkdibe û bo Îsraîlê tehdide. Li Iraqê piştgiriya Haşdî Şabî dike û aramiya Kurdistan û Iraqê têkdibe.
McMaster ragihand ku Îran hem bi rêya pasdaran roleka gewre ya xerab dileyîze û pere dide rêxistinan da xelk di Rojhilata Navîn de bê kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin