PeyamaKurd – Li ser ku Iraqê îznê neda konwoya Fîlîstînê ya ku ji Bosna Hersekê gihabû deriyê Kurdistanê yê Îbrahim Xelîl, li ser mijarê daxwuyaniya çapemeniyê dan.
Platforma Bajarê Nûh ji ber Bexda îznê neda ku konwoy derbasî Fîlîstînê bibe daxwuyaniya çapemeniyê û tevgera rûniştinê kir. Li ser navê platformê Nevzat Uysal, got ku alîkariya lezgîn heye ku divê bigihê Xezzayê û divê Iraq rê ji wan re veke.
Lê nehat fêmkirin bê çima û çawa dê ew alîkarî di ser Iraqê de here Filistinê û çima di ser Sûriyê de naçe. Weka bi vê kiryarê hinek kes dixwazin Iraqê û hinek dewletan bikin dijminên hev.
Di serî de çapemenî û hinek nexêrxwazên herêma Kurdistanê gotin ku Kurd nahêlin alîkarî here lê xwuya kir ku Bexda îznê nade. Ji ber ji Herêma Kurdistanê derbas bibin jî wê Iraq nehêle ji ber vîza wan nîne.