Johnson: Serperestiya El Qaîde dehfê derveyê welat dan

Johnson: Serperestiya El Qaîde dehfê derveyê welat dan

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Boris Johnson di Kamara Awamê de axifî û ragihand ku mîsyona leşkerî ya Îngîltere ya li Afxansitanê bi dawî hatiye û got:

“Serpereştiya El Qaîde dehf dan derveyê welat. Afxanistan bo El Qaîdeyê nema baregehe. 20 sal bi şûnde kampên wan yên perwerdê neman. Divê em van rastiyên bingehîn her wext bizanibin. Piraniya leşkerên me ji Afxanistanê veqetiyan û wê yên mayî jî dê veqetin. Tehdîda ku me bir heya Afxanistanê, gelkî kêm bû.

Tehdîda terorê li Afxanistanê dewam dike lê bo Talîbanê serkeftina leşkerî bê îmkane. Hebûna me ya li Afxanistanê ti carê mayînde nîne lê bo vekişandinê jî wexteka zahf baş nîne. Vekişandina me ya ji Afxanistanê nayê wateya ku em ê destekê nedin Afxanistanê. Îngîltere îsal ji 100 mîlyon Sterlînî zêdetir alîkarî da geşepêdana Afxanistanê û bo asayîşa netewî  ya Afxanistanê 58 mîlyon Sterlîn alîkariyê kir.

Em ê dewam bikin da li Afxanistanê bi muzakereyan çareseriyê peyda bikin û ev çareserî divê Talîbanê jî bixe nav xwe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin