Bafil Talabanî bi Siya el-Sûdanî re civiya

Bafil Talabanî bi Siya el-Sûdanî re civiya

PeyamaKurd – Serokê YNK ê Bafil Talabanî li Bexdayê bi namzedê serokwezîrtiya Çarçova Koordînasyonê bi Muhammed Şiya el-Sudani re civiya. Li gor ragihandina ofîsa Bafil Talabanî; her dû lîder Talabanî û Sûdanî li ser krîza siyasî ya Iraqê axifîn. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:

“Pêwiste hewlên damezrandina hukumetekî ku mafên herkesî biparêze û xizmetê bike, bêkirin. Serokê YNK ê Bafil Talabanî got ku divê namzedê serokwezîrtiyê mafên Kurdan yên destûrî bicîhbîne û xelkê Kurd ji mafên xwe ti carî wê tawîzan nede.”

Serokê parlementoya Iraqê Muhammed Halbûsî jî îro ragihandibû ku wê roja pênşemê ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê bicive. Heya niha di navbera YNK û PDK ê de li ser serokkomarekî hevpar lihev nekirine.

Sûdanî, piştî tîrmehê derketibû holê ku namzedê Çarçoveya Kooalîsyonê ya terefdarê Îranêye. Li ser ragihandina namzediya wî, terefdarên Muqteda es-Sadr û gelek terefên siyasî ketibûn nav çalakiyên siyasî û Xeta Kesk îşxal kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin