Li welatê Nepalê balafireka ku rêwiya hildigirt, di dema ku xwest xwe deyne balafirgeha payîtexta Nepalê, derket derveyê pîstê û ket nava seha fûtbolê.
Balafira aîdê Bangladeşê di dema ku xwest deyne balafirgeha Katmanduyê, ket seha fûtbolê û di encamê de ji 71 kesî 40 ji wan mirin û 23 kes jî birîndar bûn. Ambûlans birîndaran birin nexweşxaneyên der û dor. Hinek ji wan jî berze ne.
Piştî ketina balafirê gelek tîmên agirkujiyê, rizgarkirinê û ambûlans hatine şandin bo ciyê qezayê. Piştî qezayê balafirgeh a bi navê Tribhuwan ya Katmandûyê bo demeka muwaqat ji çûnûhatê re hat girtin.
Di balafirê de 4 jê wezîfedarên nava balafirê bûn û 67 kes jî rêwî bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin