PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li merasîma dayîna bawernameya doktoraya fexrî bo zanyarê kurd Koçer Bîrkarî axivî û got, “Divê mamoste û xwendekar, Koçer Bîrkar ji xwe re bikin mînaka herî bilind.”
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî sipasîyên xwe yên taybet pêşkêşî Koçer Bîrkar û serokê Zankoya Selahadînê kir û diyar kir ku “Ji ber du sedeman kêfxweşîyê hîs dikin. Bêguman yek ji wan ji ber ku Koçer Bîrkar li vir e ku ev merasîm ji bo wî ye. Pêwîst e em berê xwe bidin warê jîyana şaristanî ya asayî ku çend sal in ji ber tevlihevî, alozî û şer, em hinek jê dûr ketine".
Zanayê navdar Koçer Bîrkar ku di warê bîrkarîyê de pispor e û li Rio de Jenario xelata cîhanî ya Fields a matmatîkê wergirtîye, ji aliyê Zanîngeha Selahedîn a li Hewlêrê doktoraya fexrî jê re hat dayîn.”
Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser wê yekê ku "divê em ji bîr nekin ku yekane rêya pêşketina her gelekî ji fêrbûna zanistên serdemê pêk tê. Gelê Kurdistanê her li ku be, şanazî bi wan kesên zana dike ku dikarin di warên cur bi cur de navê Kurdistanê bibin pêş û di nav xwe de jî bibin handerê guhertina bîr û hizrên civakê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji serokên zanîngehên hikûmetê û zanîngehên taybet daxwaz kir ku "pêwîst e hewlên zêdetir bidin, bila Herêma Kurdistanê bibe nimûneya pêşketina xwendin û zanistê. Xebata me ya rasteqîn di vir de ye. Bidestxistina xewna bav û bapîran, tenê bi rijdbûn û xebata we ya fêrbûn û zanistê pêk dihê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin