Barzanî: “Em bo çareseriya krîzê her destekê didin”

Barzanî: “Em bo çareseriya krîzê her destekê didin”

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser pêşdeçûnên li Iraqê axifî got ku ew her qewimandinekî li Iraqê çêdibe dişopînin û bo çareseriya krîzê her pêngava ku bê avêtin destek dikin. Barzanî bi nivîskî peyama xwe da û got ku divê bo her guhertinê mafên temamê grûbên etnîkî bidin ber çav. Barzanî got ku divê guherandin di çarçoveya destûra Iraqê de be û weha dewam kir:

“Em qewimandinên dawiyê bi girîngî dişopînin. Bo çareseriya krîzê, bo pêşlêgirtina herifandin û tevliheviyê, bo berlêgiritan dewra dîktatoriyetê ya reş û tarî, çi gav bên avêtin em destekê didin. Guherandina ku çêbibe, divê mafên etnîkî yên grûbên dinan, neyên piştguhkirin. Divê guherandin di rêya destûrê de bibe. Divê armanc di heman demê de temîna asayîşê, seqamgiriyê be û divê qanûn di ser her tiştî de be. Hemwelatiyên ku mafên wan hatine xwarin, divê daxwazên wan werin cîh.

Bi vê wesîleyê em şiddeta ku dewam dike û kuştina mirovên bêguneh şermezar dikin û bo malbatên şehîdan sersaxiyê dixwazin. Bo birîndaran şîfayê dixwazin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin