PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Çilê Havînê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got: “Ez dê wekî herdem piştevaniya maf û daxwaziyên we bikim.”
Mesrûr Barzanî, bi helkefta Cejna Çilê Havînê pîrozbahî li Êzîdiyên Kurdistanê û cîhanê kir û hêvî xwest ku rojên vê cejnê bi xêr, xweşî û aramî derbaz bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêviya paşerojeke baştir ji bo Êzîdiyan xwest û tekez kir ku ew wekî her gav piştevanên maf û daxwazên wan e.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got: "Bi helekfta hatina Cejna Çilê Havînê, ez pîrozbahiyeke germ li tevaya xûşk û birayên Êzîdî yên Kurdistanê û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im bi xêr, xweşî û tenahiyê rojên cejnê biborînin.
Ez hêviya paşerojeke baştir bo xûşk û birayên Êzîdî dixwazim û ez wekî her gav piştevanê maf û daxwaziyên wan im.
Cejna Çilê Havînê pîroz bit û her di xweşiyê de bin.”