PeyamaKurd- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di xwepêşandana PDKê ya ku li payîtext Hewlêrê kir de axifî û got: “PDK di dîroka xwe de îsbat kiriye ku ew remza têkoşîna Kurdistanê ye. PDK ji berê de li ser bingeha wekhevî û dadweriyê hatiye avakirin û qeweta xwe ji xelkê Kurdistanê sitendiye.”
Barzanî li ser hinek mijaran rawestiya û axaftina xwe weha dewam kir: “ Bawer bikin wê ti carê ev partî neroxe û wê her li ser piya be. PDK îsbat kiriye ku di Kurdistanê de partiya herî bawerî pê tê anîn. Piştevanên me, bi me bawerin û heya ev piştevan hebin, tiştek bi me nabe. Kurdistan bihişta me ye û em nadin bi dinyayê. Xelkê Kurdistanê taca serê me ye. Weka serok Barzanî jî dibêje; em ê serê xwe li ber ti kesî natewînin. Lê em tenê li ber xelkê Kurdistanê, bi sed caran serê xwe ditewînin.”
Nêçîrvan Barzanî behsa demokrasiya Kurdistanê kir û got ku, ti kes bi sedema fikra xwe, heya niha nehatiye bêdengkirin û got ku Kurdistan xwedî rengên ji hev cuda ne.
Weka çend car berê jî gotibû car din mijarê anî ser arîşeya aboriyê û got ku ew arîşe demkî ye û dê derbas bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin