PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant di daxuyaniya xwe ya piştî pesendkirina plana şer a li ser sînorê Lubnanê de got, "Ev qonaxeke nû ya şer e, derfetên girîng hene, lê metirsiyên giran jî bi xwe re tîne. Hizbullah hest dike ku ew tê şopandin û operasyonên me yên leşkerî dê berdewam bin."
Piştî ku Îsraîl plana şer a sînorê Lubnanê pejirand, hemû çav ber bi herêmê ve çûn. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant di daxuyaniya xwe ya piştî biryarê da wiha got, "Di şer de qonaxeke nû ye, îmkanên girîng hene lê di heman demê de metirsiyên giran jî hene. Hîzbullah hîs dike ku tê şopandin û operasyonên me yên leşkerî wê bidomin."
Gallant da zanîn ku armanca wan ew e ku kesên li bakurê welêt dijîn bi ewlehî vegerin malên xwe û got, "Her ku dem bi pêş ve diçe Hizbullah wê berdêlên girantir bide. Di heman demê de em ê xebatên xwe yên ji bo vegerandina girtiyan bidomînin û Hamasê hilweşînin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin