PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy diyar kir ew derbasî Hollandê bûye ku ew ê di çarçoveya serdana xwe ya Hollandê de bi Serokwezîr Mark Rutte re bicive û dê li ser balafirên F-16 biaxive.
Volodimir Zelenskiy, di ser hesabê xwe yê Telegramê de li ser vê serdanê got ku
"Em ligel First Lady û tîma xwe hatin Hollandê. Wekî her carê, em ê bi Serokwezîr Mark Rutte re hevdîtinên girîng bikin. Mijara sereke; radestkirina F-16an e. Ukrayna ji bo ku gelê me ji terora Rusyayê biparêze. Her wiha Civîna Aştiyê, Formula Aştiyê û anîna dewleta terorîst jî heye."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin