Li Sengalê pêngava duyem a rêkeftinê hat cîbicîkirin

Li Sengalê pêngava duyem a rêkeftinê hat cîbicîkirin

PeyamaKurd – Li Şengalê pêngava duyem a rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de, hat cîbicîkirin.

Di pêngava duyem de, li Şengalê alayên hêzên nerewa hatin daxistin û çar lîwayên polîsê federal li Şengalê hatin bicîkirin.

Hêza Parastina Êzidxanê vê rêkeftinê di berjewendiya Şengalê de dibîne.

Di nava Şengalê de nêzîkî 20 hezar kes li ser 7 hêzên cuda hatine belavkirin, lê di vê rêkeftinê de divê hemû 5 kîlometre ji Şengalê dûr bin û hêzên nerewa li Şingalê nemînin û ji bilî ala Iraqê, alayeke din neyê bilindkirin.

Piştî her du xal hatin cîbicîkirin, xala sêyem jî dê were cîbicîkirin û îdareyeke nû ji bo Şingalê dê were danîn, da ku ewlehî û aramî li deverê were pêkanîn û xelkê aware vegerin cih û warê xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin