Seroka Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li PDKê kir

Seroka Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li PDKê kir

PeyamaKurd - Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Rewaz Faîq ji bo salvegera 73yemîn a damezirandina Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyameyeke pîrozbahîyê ji PDKê re şand.

Xanim Faîq di peyama xwe de got, "Bi bone ya 73 yemîn salvegera damezirandina Partîya Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbahîya xwe arasteya serok û civata serkirdatîya Partîya Demokrata Kurdistanê dikim û bi rêya wan birêzan jî arasteya tevaya kadir, endam, cemawer, kesûkarên şehîdan û firakisyona perlamanîya wan dikîn û hêvîya berdewamîyê bo hewe dixwazîn di xebata sîyasî û têkoşînê de ji bona gehiştinê bi armancên netweyî û bi destvehînana xwazt û daxwazîyên rewayên Kurdistanîyan."

Peyama seroka perlemana Kurdistanê bo PDK wiha ye:

Bi bone ya 73 yemîn salvegera damezirandina Partîya Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbahîya xwe arasteya serok û civata serkirdatîya Partîya Demokrata Kurdistanê dikim û bi rêya wan birêzan jî arasteya tevaya kadir, endam, cemawer, kesûkarên şehîdan û firakisyona perlamanîya wan dikîn û hêvîya berdewamîyê bo hewe dixwazîn di xebata sîyasî û têkoşînê de ji bona gehiştinê bi armancên netweyî û bi destvehînana xwazt û daxwazîyên rewayên Kurdistanîyan.

Hêvîdarîn ev bîranîn bibe cihê yekrêzî ya nav mala Kurd û karê hevreyî ji bona paraztina qeware ya Herêma Kurdistanê û bihêzkirina damezraweyên destûrî yên wê û berqerabûna hukmranî ya tendurist ku têde welatî hest bi armî û xweşguzeranîyê bikin.

Dr. Rêwaz Faiq

Seroka Perlmana Kurdistanê

15 Tebax 2019

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin