PeyamaKurd – Li parêzgeha Necefê komgeheke çek û teqemeniyan ya koma Saraya El-Selam teqiya û di encamê hejmarek kes hatin kuştin.
Li gor hat zanîn, teqîn li navçeya El-Holê derketiye û di encamê de 7 kesan can dane û 5 kes jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye, hejmareke mezin ji Şîeyan di van rojan de ji bo bibîranîna merasîmên Aşûrayê serdana parêzgeha Necefê dikin.
Saraya El-Salam komeke çekdar a Şîe ye û girêdayî Tevgera Sadirê ya bi serokatiya Muqteda Sadir e û lîwayên wê (313, 314 û 315) di nav Heşda Şeibî de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin