Serokwezîr Barzanî bi Helbûsî re li ser ‘herêmê û rojevê’ hevdîtinek pêk anî

Serokwezîr Barzanî bi Helbûsî re li ser ‘herêmê û rojevê’ hevdîtinek pêk anî

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê pêşwazî li Serokê Parlementoya Iraqê Muhemmed Helbûsî kir. Barzanî û Helbûsî li ser ‘herêmê û rojevê’ hevdîtineke piralî pêk anîn.

Barzanî û Helbûsî di wê hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Îraqê û Kurdistanê guftugo kirin. Herweha Barzanî û Helbûsî di hevdîtinê de li ser rewşa piştî rêxistina terorê ya DAIŞê û rewşa Mûsilê de axiftin.

Di hevdîtinê de herdu aliyên beşdar li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û mijar û rûdanên herêmî yên demên dawiyê gotubêj kirin. Herdu alÎ di mijara ji nû ve avakirin û avadankirina herêmên ku bi destê DAIŞê hatibûn xirakirin rêkkeftin ku hevkariyê bikin.

Di civînê de herweha di mijara alîkariyên koçberan jî hate rojevê.

Barzanî û Helbûsî bal kişandin ser girîngiya alîkariyên dewletî û navdewletî bo koçberan. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin