PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Başûrê Hesekê li dijî çeteyên IŞÎDê operasyonên xwe didomîne.
Di derbarê operasyonan de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Şervanên HSDê bi alîkariya balafirên şer yên koalîsyonê û artêşa Iraqê, li Başûrê Hesekê derbeke mezin li IŞÎDê xistin û çeteyên IŞÎDê xistine nava xelekê de. Her ku diçe jî xelek teng dibe.
Wekî ku tê zanîn, piştî operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê, HSDê operasyonên li dijî IŞÎDê yên li Dêra Zorê dabûne sekinandin. Lê di meha gulanê de operasyonên Bagera Cizîrê dîsa dane destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin