PeyamaKurd- Li gor ajansa BasNewsê ku gotiye; kesekî ku naxwestiye navê wî aşkera bibe, Amerîka ji PKKê xwestiye ku têkiliyen xwe bi Îranê re bibire, eger nebire wê li dijî wan bi tundî tevibigere. Kesê ku nexwestiye navê wî aşkera bibe gotiye:
“Temsîlkarê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê Jeffery di dema seredana xwe ya Ankara de, di 2 yê gulanê de sedema ku di navbera serokê PKKê Abdullah Öcalan û parêzerên wî de hevdîtin çêbûne, ev e. Piştî ku Öcalana dikeve dewrê, dixwaze ku PKK têkiliyên xwe yên bi Îranê re di çav de derbas bike û dawî li destekkirina Îranê bîne.”
Di axaftina ew kesê ku nexwestiye navê xwe bide, weha dewam dike:
“Demeka dirêje ku Öcalan bi parêzerên xwe re hevdîtinan nake û sedema ku îznê dane parêzerên wî ew e ku Amerîka di rêya Öcalan de peyamê dişîne bo PKK ê. Di pêvajoya ku Amerîka dorpêçê daniye ser Îranê, PKK xwe nêzî Îranê dihêle û ev ji aliyê Amerîka de nayê xwestin. Bi vê sedemê divê PKK têkiliyên xwe bi Îranê re car din kontrol bike û dawiyê lê bîne.”
Piştî 8 salan serokê PKKê Abdullah Öcalan dikaribû di 2 yê gulana sala 2019an de bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin