Rûsya: “Me peymanê betal nekiriye, tenê rawestandiye”

Rûsya: “Me peymanê betal nekiriye, tenê rawestandiye”

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê li ser betalkirina peymana ‘korîdora hûbûbatan’ ku ji Ûkraynayê diçû welatên dinyayê û serpereştiya lihevkirina korîdorê Tirkiyê û NY kiribû, daxwuyanîyekî da. Wezaret di daxwuyaniya xwe de got:

“Rûsya ji peymanê dernakeve an betal nake. Tenê di kiryarê de rawestandiye.”

Rûsya ragihandina xwe li ser ku di 29 ê cotmehê de paymanê rawestandibû, daxwuyaniyekî nivîskî da. Li gor daxwuyaniyê: ew korîdora ewlehiyê ya di ser Derya Reş de dihat kirin, trafîka keştiyan rawestiyaye. Rûsya dibêje ku Ûkrayna li keştiyên Rûsyayê yên ku ewlehiya korîdorê dikirin, li Sêwastopolê li wan keştiyên Rûsyayê xistiye. Heya rewşa korîdorê zelal nebe, tenê peyman wê di haleta rawestandinê de be. Lê Rûsya ji peymanê dernakeve.

Di daxwuyaniya wezaretê de hat gotin ku li ser tewrê Rûsyayê, rapor ji bo NY û sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres hatiye dayîn û ji Guterres hatiye xwestin ku destekê bide Rûsyayê da di korîdora alîkariya mirovî de kes êrîşê nebe ser Rûsyayê.

Serokê Ûkraynayê Zelenski jî li ser mijara korîdora hububatê got ku di mijara peymana korîdorê de, wê bi NY û Tirkiyê re li gor peymanê dewam bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin