Trump: Ez ê pistgirên Filistînê dersînor bikim

Trump: Ez ê pistgirên Filistînê dersînor bikim

PeyamaKurd- Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, ku di ji bo hilbijartinên bê yên Serokatiya Amerîkayê, bi namzedê Komariyan re rikeberiyê dike, di konferansa Koalîsyona Cihûyên Komarî ya li Las Vegasê de axivî.

Donald Trump di axaftina xwe de bal kişand ser şerê Îsralê yê li dijî Filistînê û got ku hemû biyaniyên ku beşdarî xwepêşandanên alîgirên Filistînê yên li Amerîkayê dibin, dê bên dersînorkirin.

Trump got, "Em ê terorîstên Îslamî yên radîkal li derveyî welêt bihêlin. Qedexeya derketina derve tê bîra we? Rojekê ez ê vê qedexeya derketina derve ji nû ve saz bikim."

Trump bangên agirbestê jî rexne kir, got ku “Berpirsiyariya her jiyana ku di vê pevçûnê de hatiye wendakirin, tenê li ser milên Hamasê ye. 

Em dest bi şer nakin, lê divê beriya aştiyê şer bi dawî bibe. Ez ê Şerê Sêyemîn ê Cîhanê yê rawestînim. Em ê bi hêza xwe, aştiyê pêk bînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin