PeyamaKurd – Amerîka dorpêçê danî ser 27 kes an dezgeyên ji Çîn, Japonya, Pakistan û Sîngapûrê. Wezareta bazirganiyê ya Amerîkayê ragihand ku ew 27 kes û dezge li dijî ewlehiya dewleta Amerîkayê tevgeriyane.
Wezîrê bazirganiyê Gina Raimondo ragihand ku di şûna bazirganiya navdewletî û ewlehiya netewî bixin talûkê bila di şûna wan de aştiyê, refahê û destekê bidin karên baş. Raimando weha got:
“Ji bo em ewlehiya Amerîkayê biparêzin, em ê kontrola îxaracatê zêde bikin. Biryarên ku me îro sitendine, wê nehêlin ku teknolojiya Amerîkayê di warê leşkerî de Çînê û Rûsyayê bipêş bixe. Wê bibe alîkarê berlêgirtina xebatên bê parastin yên nukleerî yên Pakistanê û bernama wê ya belavbûna bernama fuzeyên balîstîkî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin