PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, di bernameyeke televîzyonê de li ser hilbijartinên ku dê di 14ê Gulana 2023yan de bên kirin, axivî. Kiliçdaroglu, li ser mijara namzediya Serokomariya Tirkiyeyê jî agahî dan.
Kemal Kiliçdaroglu, di nirxandinên xwe yîn li ser siyaseta Tirkiyeyê û hilbijartinên ku dê îsal bên kirin de got ku
“Her tişt ne li vir e, ev metneke peymaneke hevbeş e, metneke ku şeş rêberan got erê, em ê bikin e. Em li vir xeyala çi dikin? Em pêşbînî dikin ku Tirkiye bi şoreşa teknolojiyê, xweseriya zanîngehan, edalet û hiqûqê re bigihîje hev. Ji bo ku êdî li Tirkiyeyê gendelî nemînin, em pêşbînî dikin ku li parlamentoya xwe rêziknameyeke nû ya yasayî were çêkirin.
Heger hûn bibêjin dewletê radestî kesekî bikin, kesek bi tena serê xwe nikare bike. Xebateke hevbeş Tifaqa Cumhurê heye? Gelo ew li dora maseyekê civiyan û pirsgirêkên Tirkiyeyê nîqaş kirin? Berovajî vê yekê, difikirin ku em ê çawa Tifaqa Milet ji hev berbelav bikin. Me çi kir? Em bi awayekî gelek aram hatin cem hev û me bernameyek çêkir.”
Rojeva namzetiyê jî nirxand
Serokê Giştî yê partiya opozîsyona Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu, li ser namzediya serokomariyê jî axivî û got:
“(Heger Temel Beg, Kiliçdaroglu wekî namzed bîne ser maseyê?) Divê lihevkirinek çêbibe. Tiştekî bi navê hatina namzet û derketina wî tune ye. Ew lihevhatinek e ku ez demeke dirêj li dora xwe disekinim. (Dema ev pirs bê pirsîn, dê dengê te çi be? Tu yê îtîrazê bikî?)
Jixwe mafê min ê îtîrazê tuneye, em bibêjin navê min li hev hatiye. Bi taybetî îtîraza min tuneye ku hûn çima navê min bi lêv dikin. Ev yek, dê li dijî xwezaya karê ku em dikin be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin