Hêzeke Hevpeymaniyê di navbera Neynewa û Kerkûkê de hat bicîkirin

Hêzeke Hevpeymaniyê di navbera Neynewa û Kerkûkê de hat bicîkirin

PeyamaKurd –  Hêzeke Hevpeymaniya Navdewletî, li nahiya Qerac li nêzîkî nahiya Sergeran di navbera parêzgehên Neynewa û Kerkûkê de hat bicîkirin.

Li gor çavkaniya ewlehiyê ji ajansa El Melûme re diyar kiriye; bi sedan serbazên ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û bi taybetî ji hêzên Amerîkayê, li Çiyayê Qereçûxê yê ser bi navçeya Mexmûrê hatine bicîkirin û çend gerên çavdêriyê li wan deveran encam dane.

Heman çavkaniyê eşkere kiriye: “Çend roj in, balafirên Amerîkayê çavdêriya deverên li Kerkûk û Giwêr û deverên başûrê Mûsilê yên li parêzgeha Neynewa dikin, weke hewlek ji bo dabînkirina asayîşa deverên derdora bajarê Hewlêrê.”

Fermandarê Mîhwera Mexmûr – Giwêr Sîrwan Barzanî di 13yê vê mehê de eşkere kir ku hêzên Hevpeymanan bi alîkariya hêzên Pêşmerge di nava 12 saetan de, 12 binke û cihên xweveşartinê yên DAIŞê li Çiyayê Qereçûxê têk birine.

Sîrwan Barzanî dabû zanîn: “Di 12 saetên derbasbûyî de, balafirên Hevpeymanan, bi hemahengiya ligel Pêşmerge, 11 car bi 21 moşekan, 12 binke û cihên xweveşartinê yên terorîstên DAIŞê li Çiyayê Qereçûxê têk birin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin