Serok Barzanî: “Pêwiste hezrên netewî yên ciwanan bên xwurtkirin û kûrkirin”

Serok Barzanî: “Pêwiste hezrên netewî yên ciwanan bên xwurtkirin û kûrkirin”

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova geryana xwe ya li devera Behdînan de, li bajarê Duhokê bi pêşhatiyên deverê re civînekî kir. Di nav wan kesên tevlî civînê bûn de alimên olî, pêşhatiyên deverê û karsaz hebûn. Di civînê de serok Barzanî got:

“Êdî ew hewlên ku hinek kes dixwazin berhema têkoşîna xelkê Kurd, statuta Herêma Kurdistanê ji ortê rakin, li paş ma.”

Barzanî balê kişand ser  rewşa siyasî ya herêmê û got ku dixwaze di nav partiyan de yekîtî hebe, serkeftin di encama yekîtiyê de dibe û her wext xebata wî ji bo vê yekê ye. Serok Barzanî weha got:

“Şertê bingehîn yê yekîtiyê baweriya temamê terefaye ku baweriya xwe bi refaha xelkê bîne û baweriya xwe bi doza xwe bîne. Di sedsala borî de dewleta Iraq xwest ku Kurda ji ortê rake. Piştî sala 2003an derfetekî baş çêbû ku pirsgirêk li ser bingeha hevkarî, mêzên, lihevkirin û wekheviyê çareser bibin.

Mixabin îro jî li destûrê û peymanan rêz nagrin. Dixwazin di rêya guhertina qanûnan de Herêma Kurdistanê qels bikin û hewlên wan yên tesfiya Kurdistanê dewam dikin. Lê êdî ew hewlên ku hinek kes dixwazin berhema têkoşîna xelkê Kurd, statuta Herêma Kurdistanê ji ortê rakin, li paş ma.

Divê xelkê Kurdistanê xwe bi xwe bawer be, bi vê armancê hukumeta Herêma Kurdistanê plan kiriye ku dahatên Herêma Kurdistanê fireh bike û ji bo ciwanan derfeta kar peyda bike.”

Barzanî her weha balê kişand ser hewlên ku di nav xelkê de bêbaweriyê belav dikin û dixwazin hissên netewî ji ortê rakin. Serok, behsa belavbûna talûka maddeyên hişbir di nav xelkê de kir û ji alim û mamosteyan xwest ku li hemberê van tiştan hezrên netewî belav bikin û qaîdeyên pêkvejiyanê di nav xelkê û ciwanan de kûrtir bikin.

Serok Barzanî di dawiyê de li pêşniyarên beşdarvanan guhdarî kir û bersiva pirsên wan da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin