PeyamaKurd – Li Xurmatû, ji ber tozbarînê 5 welatiyên niştecih can dan û çend kesên din rastî bêhntengiyê hatin.
Li gor Alîkarê Rêveberê Nexweşxaneya Şêrwan Ebdulrehîm daye zanîn: “Ji ber tozbarînê 5 welatiyan li Xurmatû can dane û çend kesên din rastî bêhntengiyê hatine û çareseriyê werdigrin.”
Alîkarê Rêveberê Nexweşxaneya Xurmatû eşkere kiriye: “Heta saet 12:50ê nîvê şeva Înê 8ê Nîsana 2022an, bi sedema tozbarînê 21 kes li wê navçeyê rakirine nexweşxaneyê ku 5 ji wan kesan can dane.”
Ebdulrehîm daye zanîn, Nexweşxaneya Xurmatû, ji kesên ku can dane, yek jê Kurd, du Ereb û du kes jî Tirkmen in û temenê wan di navbera 43 salî heta 86 saliyê de ye.
Herî dawî Alîkarê Rêveberê Nexweşxaneya Xurmatû canjidestdana 5 kesan ji ber tozbarînê li navçeyê weke “bûyereke bê mînak” bi nav dike û dibêje: “Em daxwaz ji hemwelatiyan dikin eger ji bo karekî gelekî pêwîst nebe ji mal neçin derve, herwiha dema derketina ji mal jî maskê deynin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin