Serok Barzanî: Divê destkeftiyên Serhildana 91ê bêne parastin

Serok Barzanî: Divê destkeftiyên Serhildana 91ê bêne parastin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya ji bo bîranîna Serhildana Adara 1991ê de pîrozbahiyê li malbatên şehîdan û Pêşmerge û tevaya xelkê Kurdistanê kir û got: “Divê destkeftî û armanc û nirxên Serhildanê bilind bimînin û bên parastin û zêdetir bên bihêzkirin. Nabe ku di ti rewşan de û li bin çi givaştinan bên jibîrkirin û şêwandin.”

Serok Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de vê axaftinê kir:

“Bi helkefta salvegera 33ê ya Serhildana gelê Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û tevaya neteweperwer û têkoşer û azadîxwazan û tevaya xelkê Kurdistanê dikim.

Serhildan domandina xebata bi dehan salan û berê xweragirî û westiyan û xwîna cemawer û hêzên xebatkar ên Kurdistanê bû û di jiyana gelê me de bû destpêkek û hêviyeke nû.

Dilgermiya xelkî li dijî dezgehên stemkar û dagirkeran peyameke gelek ron bû ku di ser bihêzbûna dagirkeran re, îradeya jiyana serbilindî û azadîxwaziyê herdem di dilê mirovê kurdistanî de hebûye û dê bimîne jî.

Destkeftiyên Serhildanê milkê gelê Kurdistanê û nifşên siberojê ne. di bîranîna Serhildana gelê Kurdistanê de, em tekez dikin ku divê destkeftî û armanc û nirxên Serhildanê bilind bimînin û bên parastin û zêdetir bên bihêzkirin. Nabe ku di çi rewşand de û li bin çi givaştinan bên jibîrkirin û şêwandin”.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin