PeyamaKurd- Kolberên Kurd di navbera her dû perçeyên Kurdistanê de yên rojhilat û başûr de bo debara xwe bikin bi pişta xwe an bi heywanan eşyayên xwe dibin û tînin da debara xwe bikin, her roj bi talûkeyekê re rû bir û dimînin. Grûbeka kolber li dora 50 kesî li rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Seqizê ber bi navçe ya Pencewîna başûrê Kurdistanê de dihatin lê bi sedema berfa zêde û bagera berfê wenda bûn. Xelk ji duhî de li wan digere û îro hatin dîtin.
Navçeya ku duhî bi şev kolber lê mane, bi sedema ku telefon nebûye nikaribûne xismên xwe agahdar bikin. Lê paşî bi rêya cîhazan karibûne têkiliyan bi malbatên xwe re deynin û Xaça Sor ya bajarê Seqizê dewam dike da kolberan rizgar bike. Di mijara tenduristiya kolberan de çi agahî nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin