PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Adarê piştî nîvro bi serdanekê gihîşte Urdinê. Serokwezîr Barzanî ji aliyê Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem ve û bi protokoleke asta bilind û xemilandina alên Kurdistanê hat pêşwazîkirin.
Mesrur Barzanî li ser vexwendina fermî ya Şahê Urdinê li Eman a paytexta Urdinê ye û şandeke hukmî ya Kurdistanê ligel wî ye.
Hat zanîn ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê serdana xwe de, hejmarek civîn û hevdîtinên girîng ligel berpirsên Urdinê pêk bîne.
Herwiha hatiye ragihandin ku wê di civînan de behsa pêwnediyên bazirganî û aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê bê kirin.
Serokwezîr Barzanî li Emanê di civîneke rojnamevanî de got, "Me peywendîyeke mukim li gel Ûrdinê heye û bi nerîna me, em dikarîn hevpişkên baş bin bo pêşxistina kerta aborî û bazirganî û Urdin welatek bûye di şerê DAIŞê de, hevklarîya me kiriye û ev serdan jî bo spaskirina Urdinê ye û pêşxistina peywendîyên aborî û bazirganî ye."
Şahê Urdihê Şah Ebdullah jî girîngiya pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê anî ziman û got, ew amade ne bi her awayê piştevaniyê bidin.
Serdana Mesrûr Barzanî bo Urdinê, yekemîn serdana wî ya wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo welatekî Erebî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin