PeyamaKurd - Rêberê Koreya Bakur pêşwazîyeke germ li serokê Koreya Başûr kir û her du serok li Pyongyangê civîyan.
Îsal ev cara sêyemîn e ku Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in û Rêberê Koreya Bakur Kîm Jong-Un hevdîtinê pêk tînin û derbarê pêkanîna aştî û aramîyê li nîvgirava Koreyê gotûbêjê dikin.
Gelek rayedarên pilebilind ên sîyasî û aborî yên Koreya Başûr jî di vê seredana sêrojî de li gel serokê welatê xwe çûne Koreya Bakur ta ku rêyên vebûna aboriyê bi cîranê xwe yê li bakur re binirxînin.
Moon Jae-in vê sibê digel desteyeke 110 kesî di çarçova serdaneke sêrojî de û bi merema hevdîtina bi Rêberê Koreya Bakur Kîm Jong-Un derbasî vî welatî bû ku bi awayekî gelekî germ hat pêşwazîkirin.
Serokên her du Koreyan îsal di civîna li gundê sînorî yê Panmunjomê de lihev kirin ku di çarçoveya aştiyê û nehiştina çekên nukleerî li nîvgirava Koreyê de pêngavan baavêjin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin