Futbolîst Christian Eriksen ji nexwesxanê hat derxistin

Futbolîst Christian Eriksen ji nexwesxanê hat derxistin

PeyamaKurd – Federasyona Futbolê ya Danîmarkî bi peyamekê diyar kir, futbolîstê tîma netewî Christian Eriksen, piştî neştergeriyeke serkeftî, do ji nexweşxanê hate derxistin.

Federasyonê li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn, rewşa Eriksen baş e û operasyona wî bi serfirazî derbas bûye.

Eriksen Şemîya borî di maça hember Fînlandîya de ketibû erdê û dû re ji nexweşxanê re hatibû rakirin û rewşa wî li seranser cîhanê bûbû mijareke girîng.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin