PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Lubnanê Bessam Mewlewî, ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê 70.100 kesên ji ser warên xwe koçkirine û wan li navendên hewandinê bicîh kirine. Mewlewî ragihandina xwe di civîna çapemeniyê de kir.
Mewlewî got ku wezareta navxwe û rayedarên pêwendîdar, kesên ji ser warên xwe koç kirine ku di nav wan de nexweş û kesên pêdiviyên wan yên bi xizmetên taybet hene, ewlehiya wan temîn kirine û wan li 533 navendên hewandinê bicîh kirine.
Di nav koçberan de 13.500 kesên ji Sûriyê hene ku terka Lubnanê kirine û dageriyane Sûriyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin