Scholz: Pirsgirêkên ku bi Erdogan re bên nîqaskirin hene

Scholz: Pirsgirêkên ku bi Erdogan re bên nîqaskirin hene

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan wê roja Înê bi serdaneke fermî serdana Almanyayê bike. Serdana Erdogan li Almanyayê dest bi nîqaşan kir. Daxuyaniya raya giştî ya Almanyayê ya Erdogan ku dibêje Hamasê wek rêxistineke terorîst nabîne û gotinên wî yên ku dibêje Îsraîl wek rêxistinekê tevdigere mijareke girîng a gotûbêjan e.

Erdogan di serdana xwe de wê bi Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re jî bicive.

Serokwezîr Scholz da zanîn, ew ê di hevdîtina xwe ya bi Erdogan re derbarê geşedanên li Rojhilata Navîn de helwestên xwe yên cuda bînin ziman.

Li gorî Dengê Amerîka, Scholz di civîna ku beşdar bû de axivî û diyar kir, gelek mijarên bi Erdogan re biaxivin hene û got, "Di nav wan de rêxistina Îslamî ya radîkal Hamas, nakokiyên li Rojhilata Navîn û berfirehkirina peymana Yekîtiya Ewropayê ya koçberiyê ya Tirkiyeyê jî hene."

Serokwezîr Scholz eşkere kir, tevlîbûna Swêdê ya NATOyê jî wê were nîqaşkirin û got, "Lîsteya muzakereyê ya gelekî dirêj heye."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin