PeyamaKurd-Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy eşkere kir ku Hêzên Rûs li her deverê mîn û teqemeniyan datînin. Zelensiy dibêje; li kolanan, li malan û di maşînan de mîn hatine bicihkirin da ku di vegera welatiyan de xetereyên mezintir çêbibin.
Şerê navbera Rûsya û Ukraynayê 48 roj in dewam dike. Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy bi rêya vîdyoyekê nirxandinên pêvajoyê kir. Zelensiy da zanîn ku Ukrayna bûye yek ji welatên ku herî zêde mîn lê hene. Zelenskiy di berdewamê de ragihand ku ew ji deverên rizgarkirî rojê herî kêm hezar mîn û teqemeniyan ji nav dibin.
Serokê Ukraynayê bang li raya giştî ya cîhanê jî kir û got: “Divê çandina mîn û teqemeniyan a li ser axên me, wekî tawana sûc bê pênasekirin. Lewra Hêzên Rûs bi vê rêbazê ji welatê me paşve vekişin jî dê gelek mirov ji ber van teqemeniyan bên kuştin an jî seqet bimînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin