PeyamaKurd – Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihand ku heyeta Rûsyayê ji bo tevlî civîna konferansa Ajansa Atomî ya Navdewletî ya li Washingtonê bibe, seredana vîzeya Amerîkayê kir lê Amerîka vîze neda heyetê.
Civîn, di 26-28 ê cotmehê de li payîtexta Amerîkayê li Washington DC çêdibe. Mijara konferansê ‘Di sedsala 21 em de enerjiya nukleerî’ ye. Amerîka vîze neda şîrketên enerjiyê yên fermî yên Rûsyayê Rosatam û Rostekhnadzorê. Zaharova di mijarê de weha got:
“Tevî ku seredan ji berê de û li gor ûsûlan hat kirin jî, Amerîka vîze neda delegeyan. Ev astengkirin, bê sedemekî nîşan bidin hat kirin û nayê qebûlkirin ku Rûsya tevlî tevgerekî weha girîng ya navdewletî nebe.
Ev mînakekî Amerîkaye ku qet guh nade hûqûqa navdewletî û nîşana siyaseta teng ya Washingtonê ye ku xwe bi xwe dizayn dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin