‘Divê herêma mirovî ya bi misyona NY di bin parastina leskerên Ewropî de bê avakirin’

‘Divê herêma mirovî ya bi misyona NY di bin parastina leskerên Ewropî de bê avakirin’

PeyamaKurd – Siyasetmedarên Almanyayê li dijî êrîşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê helwestên tund nîşan didin û ev demeke ji bilî sepandina dorpêçên zêdetir, banga vekişandina artêşa Tirkiyê ji tevahiya Sûriyê dikin.

Herî dawî jî Parlamentarê Partiya Xirîstiyan Demokratan (CDU) û Pisporê Siyaseta Derve Roderich Kiesewetter, xwest ku li bakurê Sûriyê (Rojava) herêmeke mirovî were pêkanîn û ev herêm jî ji aliyê leşkerên welatên Yekîtiya Ewropayê ve were parastin.

Kiesewetter da zanîn ku Tirkiyê her çiqas penaber vehewandine jî ev rêya binpêkirina hiqûqa navdewletî jê re venake û wê mafdar nake.

Roderich Kiesewetter ji radyoya Berlînê ya rbb-inforadio re ragihand ku bal kişand ser êrîşên Tirkiyê û got, divê li Rojavayê Kurdistanê herêmeke însanî were avakirin û parastina wê jî ji aliyê yekîneyên leşkerî Ewropayê ve were parastin ku pêwîstî bi misyona 30-40 hezar leşkerên di bin banê Neteweyên Yekbûyî de heye.

Siyasetmedarê Almanî herwiha destnîşan kir ku artêşa Alman jî di nav de divê em ji bo şandina leşkeran bo herêmê amade bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin