Serok Barzanî: Divê guhertinên li Iraqê di çarçoveya destûrê de bin

Serok Barzanî: Divê guhertinên li Iraqê di çarçoveya destûrê de bin

PeyamaKurd - Serok Barzanî ragihand ku hemû guhertinên ku dê li welêt pêk werin, divê di çarçoveya destûrê de bin û herwiha divê mafê hemû pêkhateyan bê parastin.

Serok Barzanî di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê da wiha got, "Em geşedanan ji nêzîk ve dişopînin. Em piştgiriyê didin hemû gavan ku dê venegere dîktatoriyê û dê bibe piştevan ku krîz bi dawî bibe."

Serok Barzanî wiha axivî, "Hemû guhertinên ku dê li welêt pêk werin kirin, divê di çarçoveya destûrê de bin û herwiha divê mafê hemû pêkhateyan bê parastin."

Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî du roj berê ragihandibû ku ew dê îstifa bike, Barzanî daxuyaniyeke bi vî rengî da:

"Ji ber ku Kurdan di xwepêşandanên dijî hikûmetê da piştgirî dabûn Ebdulmehdî û destnîşan kiribûn ku pirsgirêk ne ji ber serokwezîrê ku ev salek e li ser peywirê ye, belê ji ber cîbicînekirina destûrê ye ku ev 15 sal e tê paşguhkirin."

Hewlêr û Bexdayê hefteya borî ragihandibûn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê wan li hev kir û ew dê peymana dawîn jî vê hefteyê îmze bikin.

Li çendîn bajarên Iraqê Xwepêşander li dijî bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetguzariyan çalakiyan li dar dixin û  gor amarên nefermî ji destpêka xwepêşandanan ve heta niha 350 xwepêşander hatine kuştin û zêdetir ji 15 hezar kes jî bûne qurbanî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin